Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Heke HDPyê navbeynkarî nekira, zarokên me li serê çiyê nedibûn"

Mevlude Uçdaga dayik: "Heke HDPyê navbeynkarî nekira, zarokên me li serê çiyê nedibûn. 40 sal in xûna Kurdan dimijin û ciwanan dibin serê çiyê"

20.01.2020 - Rojanekırın : 21.01.2020
"Heke HDPyê navbeynkarî nekira, zarokên me li serê çiyê nedibûn"

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 140emîn.

Di destên dayikan da wêneyên zarokên wan hene û bendewar in. Ji dayikan Mevlude Uçdagê daxuyanî da û got ku ew biryardar e, heta negihêje kurê xwe yê Ramazan wê çalakiya xwe bidomîne.

Uçdagê diyar kir, ew ji bo aqûbeta zarokên xwe li benda daxuyaniya HDPyê ne û wiha dewam kir:

"Heta niha tu daxuyanî nedan me. Qeyê hûn mafên Kurdan wiha diparêzin? Sîlah dane destê zarokên me. Em partiyeke wiha (HDP) naxwazin. 140 roj in em li vê derê ne, 140 sal bin jî em ê neçin. Heke HDPyê navbeynkarî nekira, zarokên me li serê çiyê nedibûn. 40 sal in xûna Kurdan dimijin û ciwanan dibin serê çiyê."

Songul Altintaşa dayik jî got ku ew seba Muslum Altintaşê kurê xwe ku 5 sal berê revandin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Altintaşê daxuyand ku, hin malbatên ku beşdarî çalakiya rûniştinê bûn, gihîştin zarokên xwe û wiha dewam kir:

"HDP û PKK ciwanan direvîne. Gunene, hemû jî berzewac bûn, wê bizewiciyana û hêlîna xwe çêkirana, hêlîna wan wê hebûya. PKK û HDP zilmê li Kurdan dike. 140 roj in em li vê derê ne, 140 sal jî derbas bibe, em ê ji vê derê ranebin. Zilma ku HDP û PKK dike, wê wisa nemîne. Em li vê dinyayê heqê xwe nestînin jî em ê li dinyaya din bistînin. Em wan hewaleyî Xwedê dikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidin. Em heta zarokên xwe hilnedin, em ê ji vir ranebin."

Fahrettîn Akkuşê ku seba Erkanê kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye jî got ku daxwaza wî ya herî mezin gihîştina ewladê wî ye û wiha dewam kir: "40 sal e HDP zilmê li Kurdan dike. Êdî dawiya zilmê hat. Bira miaşê Komara Tirkiyeyê nestînin. Em heta dawiyê bi wan ra têkoşînê didin. Bira kes nebêje em ji van ditirsin, em heta ku çûye têkoşînê didin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.