Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Gotinên dayikên ku ewladên wan revandine serê çiyê di îdianameya seba girtina HDPyê da jî cih girtin

İsmet Karakaş  | 23.06.2021 - Rojanekırın : 24.06.2021
Gotinên dayikên ku ewladên wan revandine serê çiyê di îdianameya seba girtina HDPyê da jî cih girtin

Ankara

 Di îdianameya seba girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da ku Mehkemeya Destûra Bingehîn qebûl kir, rola partiyê ya ku merivan bi rêxistinê dide qezenckirin û gotinên dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan revandine serê çiyê, cih girtin.

Di îdianameya ku Bekir Şahînê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Temyîzê amade kir da tabloyeke nav, kodnav, sala beşdariyê û cihê beşdariyê tê da hene, cih girt. Ev agahiyên ku di tabloyê da hatine dayîn, aîdê hin kesên ku dibêjin HDPyê ew şandine serê çiyê ne.

Di tabloya navborî da mensûbên rêxistinê yên ku navê wan hatine dayîn, ji serokatiyên bajêr û navçeyan ên HDPyê çûne tevî PKKyê bûne.

Gotinên malbatên ku ewladên wan revandine serê çiyê û seba ewladên xwe ji 3yê Îlona 2019an vir va li pêşiya Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê çalakî dane destpêkirin jî di îdianameyê da jî cih girtin. Malbatan got ku ewladên wan bi rêya HDPyê tevî rêxistinê bûn.

Di vê çarçoveyê da cih dan îfadeya ku Hatîce Ayê li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dabû û Ay daxuyand ku kurê wê di sala 2015an da tevî PKKya rêxistina terorê bû.

Ayê got ku kurê wê serê sibehê ji malê derket û çû cem hevalên xwe û wiha dewam kir, "Êvarê li derî xistin, çend hevalên wî yên ku ez navê wan nizanim gotin, ji bo ku bibin çiyê û teslîmî rêxistinê bikin, kurê te û kesekî bi navê Recep pêşiyê birin avahiya Navçeya Baglarê ya HDPyê û paşê birin Komeleya Welatiyên Azad ya li aliyê Sûrê."

Ji dayikên Diyarbekirê Gulbahar Tekerê jî diyar kir ku di sala 2014an da kurê wê li Batmanê winda bû û dema ku ew li kurê xwe digeriya, kurê wê bi nimreyeke xerîb jê ra peyam şand û wiha got, "HDPya Batmanê ez revandim, min xelas bikin."

Tekerê destnîşan kir, ew bixe jî beşdarî çalakiya ku li pêşiya avahiya bajarê Diyarbekirê a HDPyê dan destpêkirin bû û wiha dewam kir, "Ez bi qasî navê xwe dizanim ku HDPyê kurê min xapand an jî bi zorê birin tevî PKKya rêxistina terorê kirin."

- “Qîza min çûye avahiyê bajêr ê HDPyê ya li Elezîzê û ji wir birine”

Songul Demirê jî got dema qîza wê beşdarî rêxistina terore bûye 15 salî bûye û wiha axivî: “Qîza min çûye avahiyê bajêr ê HDPyê ya li Elezîzê û ji wir bi destê kesên ji rêxistina terorê ra endaman peyda dikin wê birine teslîmî kadroya Tunceliyê kirine. Qîza min di gulana 2017an da bi daxwaza xwe ji rêxistina terorê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Tiştên ku dizanibû hemû ji hêzên ewlehiyê û cendirmeyan ra got. Çaxê ku min bihîst malbatên zarokên wan tên xapandin û ji borêxsitina terorê direvînin ez û kurê xwe çûn û me piştgirî da çalakiya rûniştinê.”

- "Li avahiyê HDPyê da mêjiyê wî hat şûştin”

Emîne Usteka îfade da Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî got kurê wî di sala 2015an da winda bûye, wî bi zorê di avahiyê HDPyê da girtine û paşê ew beşdarî rêxistinê bûye.

Ustek wiha axivî: "Ji dema ku kurê min winda bû pê va min tu agahî bi dest nexist. Kurê min li avahiyê HDPyê bi zorê hat girtin, li wir mêjiyê wî hat şûştin, ji hela HDPyiyên Şirnexî va hat xapandin û ew wisa beşdarî PKKya rêxistina teröre ya ku dixwaze dewleta me perçe bike bû.”

Kubar Otkenê jî anî ziman kurê wê û xwîşka xwe çûne danûstendinê û wiha dewam kir: “Ji min ra got tu li dikanê bisekine, ez ê karta xwe ya kesk bidim derxistin û bêm, lê çû nehat. Me agahî da ewlehiyê. Me ji avahiya HDPyê ya Yuksekovayê pirsî, ji wan yekî got kurê te beşdarî me bûye. Kurê min ji avahiya navçeya Yuksekovayê şandin çiyê, şandin PKKyê.”

Latîfe Odumluyê jî got HDPyê ji kurê wê ra bilet kiriye û şandiye Iraqê û wiha dewam kir: “Şofêrê ez paşnavê wî nizanim ji minra got HDPyê bilêta wî kiriye û aniye. Kurê min ji hela kesên di nav HDPyê da ne hat xapandin û wan şand çiyê.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.