Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Ez dixwazim kurê min di eydê da li cem min be"

10.07.2020 - Rojanekırın : 11.07.2020
"Ez dixwazim kurê min di eydê da li cem min be"

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 312an da dewam dike.

Aynur Panaya ji dayikên bi wêneyên ewladên xwe nobetê didomînin bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo Emrahê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû.

Panayê got ji HDPyê kurê xwe dixwaze û wiha axivî: "Xêncî HDPyê kesî kurê min nebir. Bira HDP kurê min bîne."

Panayê destnîşan kir ku do malbateke din jî gihîşt kurê xwe, ji ber vê gelekî şa bûn, dixwazin bigihîjin ewladên xwe.

Panayê got hetanî ku bigihîjin zarên xwe ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû: "Kurê min lêxe were. Eyda Qurbanê we tê. Ez dixwazim kurê min di eydê da li cem min be. Ew dera ciyê te nîne."

Şevket Bîngolê ji bo Tuncayê kurê xwe çalakiyê didomîne jî got ji hemû malbatan dixwazin ku piştigriyê bidin çalakiyê û wiha pê da çû: "Çawa ku em li vê derê ne û zarên xwe dixwazin hûn jî werin bixwazin. Netirsin. Ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hetanî kurê xwe hilnedin ji vir naçim."

Bîngol got ji ber ku malbateke din jî gihîşt ewladê xwe gelekî kêfxweş bûn û wiha axivî: "Ew jî ewladê me ye. Em gelekî şa bûn, hêviya me zêde bû. Em ê ji vir şûn da bi kêfxweşî çalakiya xwe bidomînin. Lewra zarên me ew ê werin. Dewleta me mezin e. Ew ê zarên mi ji nav lepên wan xilas bike."

Wekî mayîn Fatma Zengîna Seroka Komîteya Jinan a HAK-ÎŞê jî malbatên çalakiyê didomînin ziyaret kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.