Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Esmer Koç: Ez ê heya dawiya emrê xwe li pey keça xwe bim

Mehmet Sıddık Kaya  | 15.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Esmer Koç: Ez ê heya dawiya emrê xwe li pey keça xwe bim

Diyarbakir

 Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, didome.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinrevandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 986emîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Esmer Koçê ku ji bo keça xwe Zubeydeyê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ewlada wê 9 sal berê hat revandin û ji wê rojê vir va ew xeberê jê nastîne.

Koçê bal kişand ku bi dûrmayînê wê zehf kul û keser kişandin û wiha dewam kir, "Ez keça xwe dixwazim. Êdî bes e bira ewlada min bidin. Ez ê heya dawiya emrê xwe li pey keça xwe bim. Ez ê keça xwe ji HDP û PKKyê ra nehêlim û înşelah ez ê ji destê wan xilas bikim."

Koçê bangî keça xwe kir ku xwe radestî hêzên ewlekariyê bike.

Suleyman Aydinê bav jî diyar kir ku ew bêyî navber ji ewladên xwe çalakiyê didomînin.

Aydin got ku wekî dê û bav ew ê tu wextî paşda gav nevêjin û wiha dewam kir, "Em têkoşîna ji bo ewladan didomînin. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. Bira ewladên me bînin. Em ewladên xwe dixwazin, ne tiştekî din."

Aydin wiha bangî kurê xwe kir, "Heger dengê me tê te, werin û xwe radestî hêzên me yên ewlekariyê bikin. Bira ev hesret bi dawî bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.