Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

18.10.2020 - Rojanekırın : 19.10.2020
Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku ji hêla dayikên Diyarbekirê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya parêzgehê hat destpêkirin da ku bigihîjin zarokên xwe, bûn.

Ji Tunceliyê Duzgun Ozkan ji bo kurê xwe Çetin, ji Rihayê jî Ahmet Kurt ji bo birayê xwe Çetin beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn.

Ozkan diyar kir ku kurê wî sala 2014an ji hêla HDPyiyan bi hat xapandin û hat revandin. Ozkan her wiha got ku wî di têlevîzyonê da çalakiya dayikên Diyarbekirê dît û ji bo ku dengê xwe bigihîne kurê xwe, ew beşdarî çalakiyê bû.

Ozkan diyar kir ku gava ji kurê wî xeber nehat, ew çû avahiya HDPyê ya parêzgehê, lêbelê wî bersiva neyênî wergirt û wiha dewam kir, "Bi qasî min bihîst kurê min li Sûriyeyê ye. Heger HDP van zarokan nexapîne, dê kê wan bibe çiyê? Wan zarokên me birin çiyê. Bira destê xwe ji ser van zarokan bikişînin, da ku ev dayik li vê derê negirîn. Diya kurê min 2 sal berê bi hesreta kurê xwe mir."

Ozkan bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Kurê min netirse, dewlet li pişt me ye. Tu tiştek nabe. Ez jî li cem te me. Ez dixwazim tu zûtirekî teslîm bibî."

Kurtê ku ji bo birayê xwe beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku birayê wî Çetin sala 2013an ji hêla HDPyiyan hat xapandin û bo çiyê hat revandin.

Kurt diyar kir ku ji roja ku hat revandin û heta niha wan tu xeber ji birayê xwe nesitand û wiha dewam kir, "Min dayikên ku li ber HDPyê çalakiyê dikin, dîtin û ez hatim vê derê. Ez ji HDPyiyan birayê xwe dixwazim. Wan birayê min bir, ew ê bînin. Heta birayê min neyê ez ê çalakiya xwe bidomînim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.