Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Diyakên Diyarbekirê çalakiyê bi biryardarî didomînin

Mehmet Sıddık Kaya  | 15.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Diyakên Diyarbekirê çalakiyê bi biryardarî didomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 744an da dewam dike.

Fatma Bîngola ji bo Tuncayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da ji Stenbolê hat revandin çalakiya rûniştinê dike got kurê wê bi destê HDPyê hat revandin ji ber vê kurê xwe ji HDPyê dixwaze.

Bîngolê wiha got: "Em ji bo ewladên xwe li vê derê ne. Hetanî ewladên xwe hilnedin ji vê derê naçin. Me bîriya ewladên xwe kir. Em hesreta wan man. Bira HDP were merhemet, însaf û wijdanê. Emladên me bide. Bira dayik negrîn. Cigera me dişewite. Wijdana me rihet nîne. Em li malên xwe jî li vê derê jî rihet nînin."

Bîngolê bangî ewladê xwe kir wiha axivî: "Kurê min heke min dibihîzî, dibînî were. Êdî ji wan bêwijdanan ra xizmetê neke. Ji bo Xwedê min gelekî bîriya te kiriye. Were êdî me ji vî ezabî xilas bike."

Abdullah Demîr jî diyar kir ku Fatîhê kurê wî 5 sal berê ji acahiya bajêr HDPyê birin Liceya Diyarbekirê, ji wê derê jî birin Sûriyeyê.

Demîr got li her ciyî geriya lê rêça kurê xwe nedît û wiha pê da çû: "Em ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomînin. Van zaliman kurê min çito birin bira wisa paşda bînin."

Demîr bangî kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın