Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê tevî zarokên xwe yên astengdar ji bo ewladên xwe têkoşînê didin

Mehmet Sıddık Kaya  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 28.11.2021
Dayikên Diyarbekirê tevî zarokên xwe yên astengdar ji bo ewladên xwe têkoşînê didin

Diyarbakir

Ji dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, Pinar Biçer û Ayten Elhamam digel zarokên xwe yên astengdar li bendê ne ku zarokên wan ên revandî vegerin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin û di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin, 316 roj e çalakiya xwe didomînin.

Dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û rûniştina xwe didomînin, bi biryar in ku ewladên xwe ji nava lapên terorê xilas bikin.

Ji dayikan Pinar Biçer û Ayten Elhamam her roj serê sibehê digel zarokên xwe yên astengdar tên ber Serokatiya Bajêr a HDPyê û heya êvarê çalakiya xwe didomînin. Dayikên ku di kon da li benda vegera zarokên xwe ne, ji aliyê din va jî miqatî zarokên xwe yên astengdarên hiş dibin.

Pinar Biçera ji Wanê hatiye û di çalakiyê da beşdar e ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew ji bo keça xwe Gulcanê beşdarî çalakiyê bû ku 6 sal berê di 18 saliya xwe da li Edeneyê hat xapandin û birin çiyê. Biçerê diyar kir ku HDPyê keça wê radestî rêxistina terorê PKKyê kir.

Biçerê diyar kir ku ew digel keça xwe ya astengdara hiş Mihriban a 26 salî di çalakiyê da beşdar e û her wiha havîn û zivistan çalakiya xwe didomînin.

Biçerê bal kişand, ji bo ku xwîşka xwe xilas bike, Mihriban jî beşdarî çalakiyê bû û wiha dewam kir, "Kema min a astengdara zihnî, serê sibê zû çawa radibe, 'Em biçin kon, ez ê wêneya Gulcanê bibînim" dibêje. Ji bo xwîşka xwe timî dia dike. Timî ji me, 'Xwîşka min ka wê kîngê were?' dipirse. Keça min Gulcan xwîşka te astengdar e, ez jî nexweş im. Keça min tu li ku bî, derkeve were."

Necmettin Biçerê bav jî diyar kir ku ew digel jina xwe ya nexweş û keça xwe ya astengdar, çalakiyê didomîne.

Ayten Elhamama dê jî digel kurê xwe yê 7 salî Omer ê ku sendroma down pê ra heye, di çalakiyê da beşdar e ku kurê wê Bayram ê 4 sal berê hat revandin, vegere.

Elhamamê bal kişand ku ew pir zehmetiyê dikişîne, ew kurê xwe hefteyê çend rojan bi alîkariya dewletê dişîne dibistaneke taybet.

Elhamamê got, rojên ku naçe dibistanê, bi neçarî kurê wê Omer bi wê ra tê çalakiyê û wiha dewam kir, "Kurê min ê ku revandin çiyê pir ji birayê xwe yê astengdar hez dikir. Ka sûcê me çi bû, çi ji ewladên me xwestin? 4 sal e ez hesretî ewladê xwe me. Ez digel kurê xwe yê astengdar li wir im.

Ez ê înşellah ewladê xwe ji destê wan zaliman derxim, ma qet wijdana wan tuneye? Bira ewladên me bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.