Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladan didomînin

Solmaz Ovunç:"Em ji wan bi tenê ewladên xwe dixwazin. Ew kujerê zarokan e."

Abdullah Tel  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 28.05.2020
Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladan didomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên hêvî dikin bigihêjin zarokên xwe nobeta ku li pêş avahiya Serokatiya Bajar a HDPyê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiyê hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin digel şewba Kovîd-19ê ket roja 268emîn.

Ji dayikan Solmaz Ovunça bo kurê xwe Baranê 5 sal berê hê 15 salî li Wanê hatibû revandin beşdarî çalakiyê bû got ku ew çalakiya xwe ya li pêş avahiya Serokatiya Bajar a HDPyê didomînin.

Ovunçê destnîşan kir ku zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û wiha pê da çû: "Ew li cihên xwe rûniştine û zarokên me şandine mirinê. Em ji wan bi tenê zarokên xwe dixwazin. Ew diz in, kujer in, kujerê zarokan e."

Dayika bi êş bangî kurê xwe kir û jê xwest ku bila were teslîm bibe û wiha pê da çû: "Baranê min heke dengê min tê te were û teslîm bibe. Ew der cihê te nîne. 13 kes hatin û teslîm bûn û gihîştin malbatên xwe. Ez li pêşiya HDPê hêviya te me. Heta te hilnedim jî ji vê derê naçim."

Celîl Begdaşê ji bo kurê xwe Yusuf beşdarî rûniştinê bû, bi biryar e ku çalakiya xwe bidomîne û wiha domand: "Me eyd nekir. Dema kurê min nebe eyd jî nabe. Kurê min were û teslîm bibe. 13 hevalên te hatin û teslîm bûn. Ez bangî merivên xwedî wîcdan dikim werin û piştgiriyê bidin me û em hemû bi hev ra van zarokan xilas bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.