Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo teslîmbûnê bangî ewladên xwe dikin

Nurten Aslan  | 14.09.2021 - Rojanekırın : 15.09.2021
Dayikên Diyarbekirê ji bo teslîmbûnê bangî ewladên xwe dikin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ku ewladên wan bi xapandin revandine serê çiyê bi armanca bigihêjin wan li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî dabûn destpêkirin bi biryardarî sekna xwe didomînin.

Malbatên HDPê wek berpirsê revandina zarokên xwe dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiyê kiribûn û 743 roj e ku çalakiya xwe didomînin.

Ji dayikan Latîfe Odumluyê destnîşan kir ku ew heta negihêje ewladê xwe dev ji çalakiya xwe berdane û wiha pê da çû: "Kurê min were û teslîmî dewletê bibe. Ez li benda te me. Bila êdî dayika te negirî."

Yusuf Erdînçê ji Gurpinara navçeya Wanê bo kurê xwe Mîkaîl hat û çalakiya xwe didomîne diyar kir ku kurê wî li Zanîngeha Marmarayê xwendekarê Fakulteya Hiqûqê bû û di sala 2015an da ew hatiye xapandin û ji wê rojê vir va tu xeber ji ewladê xwe hilnedane.

Erdînç jî wek malbatên di nobetê da ne ji revandina ewladê xwe HDPyê berpirs dibîne û wiha domand: "Ez û xanimê hatin avahiya HDPê di derenceyan da me tehn dan. Milê xanimê hêşiya. Qelem ji destê ewladê min hildan û çek dan dêst. Me ewladê xwe ji bo wan mezin nekir."

Bavê bi derd û keser bangî ewladê xwe kir ku bila vegere û wiha pê da çû: "Xanim ji bo ku ewladê me bixwîne patik çêdikirin. Ji bo ewladê min bibe parêzer min şivantî kir. HDPyê ewladê me ji me qetand. Kurê min ew der cihê te nîne. Ez ji vê derê naçim. Vegere kurê min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.