Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe bendewariya xwe ya bihêvî didomînin

Dayik Saadet Odumlu: Heta zarokên me bên em ê çalakiya xwe bidomînin. Bi îzna Xwedê dê hemû bên"

Elif Irmak  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe bendewariya xwe ya bihêvî didomînin

Diyarbakir

Nobeta ewladan a ku dayikên Diyarbekirê ji bo ku bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da destpêkirin di roja 450yemîn da dewam dike.

Dayik Saadet Odumluya ku ji bo kurê xwe Yusufê ku 7 sal berê li Sêrtê revandin çiyê hat û çalakiya rûniştinê dike behsa hesreta xwe ya ji bo kurê xwe kir.

Odumluyê diyar kir ku 7 sal e di hesreta kurê xwe da ye û got ku "Em êdî nikarin li ber xwe bidin. Aramiya me tune, xewa me tune."

Odumluyê ji bo ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe bangî kurê xwe kir û got ku "Kurê min teslîmî eskeran bibe. 20 zarok hatin, teslîm bûn. Heta zarokên me bên em ê çalakiya xwe bidomînin. Bi îzna Xwedê dê hemû bên."

Dayik Kubar Otkena ku ji bo kurê xwe Necmettînê 5 sal berê li Hekariyê di 18 saliya wî da revandin çiyê hat Diyarbekirê û çalakiya rûniştinê dike got ku "Kurê min çû avahiya HDPyê, cardin paş da nehat."

Otkenê bangî kurê xwe kir û got ku "Kurê min were, em 5 sal e di hesreta te da ne. 20 zarok gihaştin malbata xwe. Tu jî were. Bila zarokên hemû malbatan bên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın