Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê hêvî dikin ku di Eyda Qurbanê da "du eydan" bi hev ra pîroz bikin

Aziz Aslan  | 21.07.2021 - Rojanekırın : 22.07.2021
Dayikên Diyarbekirê hêvî dikin ku di Eyda Qurbanê da "du eydan" bi hev ra pîroz bikin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Dayik hêvî dikin ku di Eyda Qurbanê da bigihêjin ewladên xwe.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bona serê çiya hatine revandin di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 688an.

Solmaz Ogrunça ji bona Baranê kurê xwe ku 5 sal berê li Wanê di 15 saliya wî da birine çiyê tevlî çalakiyê bûye got ku bêriya kurê xwe dikim û wiha axivî, "10 eyd e em ji hev dûr in. Agir ciyê xwe dişewitîne. Bira destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me rakin. Hêvî dikim ku kurê min were û em du eydan bi hev ra pîroz bikin. Heya kurê min neyê ez ê çalakiyê bidomînim."

Suleyman Aydinê ji bona Ozkanê kurê xwe çalakiyê didomîne diyar kir di Eyda Qurbanê da jî çalakiya xwe dewam dike û wiha got, "Her kes eyda hev pîroz dike, lê çavên me li rêya ewladên me ne."

Aydinê destnîşan kir wê dev ji vê têkoşînê bernedin wiha peyivî," Bira HDPyî zarokên me bînin. Dewleta me jî ji bona ewladên me cehd dike. 10 eyd e kurê xwe nabînim. Heger bihata min ê du eydan bi hev ra pîroz bikira. Mixabin eyda me şînî ye. Kurê min teslimî hêzên ewlehiyê bibe û bira ev hesret biqede."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın