Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin ewladên wan teslîm bibin

Zumrut Salîm: "Ez ji bo ewladê xwe li vê derê me. Ez heta kurê xwe hilnedim naçim. Kurê min were teslîm bibe."

Abdullah Tel  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Dayikên Diyarbekirê dixwazin ewladên wan teslîm bibin

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeta dayikên Diyarbekirê ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 386an.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku bo Hemzeyê kurê xwe yê 6 sal berê hêj 14 salî bû revandin serê çiyê, hatiye û beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku ew heta negihêjin ewladên xwe, wê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Salimê destnîşan kir ku ji salekê zêdetire vê çalakiyê didomînin û wiha pê da çû: "Parlementerên HDPê heta niha tu daxuyanî bo me nedan. Ez heta dawiyê ji bo kurê xwe li v derê me.Heta ji destê min bê li pey kurê xwe me û dev jê bernadim."

Salim a bi derd û kesere ragihand ew ê nobeta xwe bibomîne û wiha pê da çû: "Ez ji HDPê kurê xwe dixwazim. Kurê min ji qursa Quranê derket û ew revandin û birin teslîmî PKKê kirin. Ez kurê xwe dixwazim. Kurê min heke tu min dibînî û dengê min tê te nesekine were û teslîm bibe."

- "Kurê min vegere cem xwîşk û birayên xwe"

Haci Gogerê ku ji bo kurê xwe Doganê 5 sal berê revandine serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûye got ku ew heta ewladê xwe hilnede ji pêşiya avahiya HDPê naçe.

Haci Goger destnîşan kir ku ewladên wan ji avahiyên HDPê birine û wiha domand: "Zarokên me ji avahiya bajêr a HDPê birin. Êşeke bê derman berî me dan. Awayê ku nayên ew (HDPyî) vê derê ev jî tê wê meneyê ku sûcê xwe qebûl dikin. Ew zanin ku sûcdar in. Kurd, Tirk, Elewî, Çerkez em hemû yek in. Ev al alaya me hemûyan e. Ev welat yê me hemûyan e."

Goger bangî kurê xwe kir û jê xwest ku bila were û teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.