Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Ahmet Kaplan  | 13.08.2022 - Rojanekırın : 14.08.2022
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir

 Malbatên ji bo zarokên wan yên revandine serê çiyê HDPyê sûcdar dikin û li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Dayikên ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin çalakiya wan ketiye roja 1076an.

Ji dayikan Fatma Çetina ji Hekariyê ji bo Şahînê kurê xwe hatiye wiha got, "HDPyê kurê min revandiye û teslimî PKKyê kiriye. Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Ez kurê xwe dixwazim. Kurê min heya tu venegerî ez ji vir naçim."

Fatma Çetinê destnîşan kir ku 10 sal e ji kurê xwe tu xeber hilnedaye bangî kurê xwe kir ku teslim bibe.

Abdulkadîr Eslekê ji Şanliurfayê ji bo Îsayê kurê xwe hatiye diyar kir wê ji bona zarokên xwe li ber xwe bidin û wiha axivî, "Em li vir li benda hemû ewladan disekinin. Heya ewladê min neyê ez naçim. Kurê min vegere, were mala xwe, bireve û were kurê min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın