Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Dayirberkirê ji bo gelek malbatan bûn îlham

Mesut Varol, Yılmaz Kazandıoğlu  | 17.04.2021 - Rojanekırın : 19.04.2021
Dayikên Dayirberkirê ji bo gelek malbatan bûn îlham

Van

 Hejmara malbatên li Wan, Hekarî û Mûşê ji bo ewladên xwe yên PKKyê revandiye çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 43yan.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin ji gelek malbatên li Rojhilatê Anadoluyê ra bû îlham.

Li Wanê 28, li Hekariyê 12 û li Mûşê 3 malbat li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin.

Di encama xebatên qanîkirinê yên hêzên ewlekariyê da gelek malbat gihîştin ewladên xwe bi saya vê 3 malbatên din jî li Wanê beşdarî çalakiyê bûn û bertek nîşanî HDP û PKKyê dan.

Bi saya malbatên teze beşdar dibin va dengê berteka malbat nîşanî PKKyê didin zêde dibe. Dê û bav xeyal dikin ku bigihêjin ewladên xwe.

- "Ez dixwazim êdî bigihêjim ewladê xwe"

Huseyîn Kipçakê ji bo Recepê kurê xwe yê di sala 2018an da dema 15 salî bû revandin çiyê çalakiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 3 sal e kurê xwe nabîne.

Kipçak destnîşan kir ku kurê wî li pola 2yan a lîseyê dixwend dema ji xwedingehê derket hat revandin û wiha pê da çû:

"Sax e yan mirî ye em nizanin. Ji bo ewladê xwe beşdarî çalakiyê bûm. Cîgera min dişewite, 3 sal e xebera min jê tune. HDPyî zarokên xwe naşînin, her tim zarokên feqîr û bêkesan dişînin. Ez dixwazim êdî bigihêjim ewladê xwe. Hetanî mirinê ez ê çalakiyê bidomînim. Dema bigihêjim ewladê xwe jî ez ê ji bo malbatên din li vê derê bim. Lewra kurê min firotin, ji bo vê pere sitandin."

Zubeyde Kipçaka dayik jî got, "Kurê min emeliyat bibû û nexweş bû. Rojekê hildan û birin. Em gelekî lê geriyan lê nehat dîtin. Hê jî xebera me jê tune. Ne şeva me ma ne jî roja me. Ez hesreta ewladê xwe mam. Em ê çalakiyê bidomînin."

Musa Abaliyê ji bo qîza xwe ya di sala 2015an da dema 14 salî bû revandin çiyê got 6 sal e ji ewlada xwe xeberekê hilnade.

Abaliyê bav û wiha pê da çû: "Qîza min li mektebê gelekî serkeftî bû. Bi seyranê xapandin û revandin. Qîza min hê 14 salî bû. Ez ji vê derê bangî qîza xwe dikim; 'Qîza min were, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. 6 sal e min dengê te nebihîstiye. Ji bo Xwedê bireve û were. Em pêrîşan bûn."

Nazli Sancara qîza wê ya 13 salî revandin çiyê jî got her ku diçe hejmara malbatan zêde dibe, bi zêdebûna dengê dayikan va ew ê bigihêjin ewladên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın