Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên çavbihêsir ewladên wan yên hê piçûktî hatine xapandin dixwazin

Aziz Aslan  | 18.11.2021 - Rojanekırın : 23.11.2021
Dayikên çavbihêsir ewladên wan yên hê piçûktî hatine xapandin dixwazin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê çavnihêriyê rêya ewladên xwe ne ku ewladên wan hê piçûktî birine serê çiyê.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 807emîn da dewam dike.

Ji çar aliyê welêt malbat beşdarî çalakiyê bûn û jimara malbatên ku heta niha beşdarî çalakiyê bûne derket 244an.

Malbat di destê wan da wêneyên zarokên wan û nobetê digirin. Di nav malbatan da dê û bavên ku zarokên wan di piçûktiyê da ji wan qetandine jî hene.

Malbat hesret û kesera zarokên xwe dikişînin û dixwazin zarokên wan dengê wan bibihîzin, bertekê nîşanî PKKya rêxistina terorê û HDPyê didin.

- "Kurê min hê wekî dergûşan bû, seba nan digiriya"

Rukeyda Adiyaman ji Hekariyê seba Hamzayê kurê xwe yê ku 4 sal berê di 9 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiyê dike. Adiyamanê bi Kurdî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ewladê wê di 9 saliya wî da ji dibistanê revandin.

Adiyamanê daxuyand ku qelem ji destê kurê wê girtin û sîlah dan dêst û wiha dewam kir, "Kurê min wekî dergûşan bû, seba nan digiriya. Min şîr dida kurê xwe. Bira êdî HDPyî kurê min bînin. 6 sal e çavê min li rêya kurê min e."

Dayikê got ku ew kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwaze û wiha dewam kir, "Heta ez kurê xwe hilnedim, ez ê ji vê derê ranebim. Ka gunehê vî zarokê piçûk çi bû? Heke ev ji Xwedê bitirsiyana, wiha nedikirin. Heke min dibîne, bira were teslîm bibe. Ew der cihê kurê min nîne."

- "Min kurê xwe yê 14 salî nedişand firinê jî"

Sariye Tokaya dayik jî got ku 10 sal berê Mehmetê kurê wê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê û ew hesret û kesera kurê xwe ye.

Tokayê diyar kir ku wê heta niha tu xeber ji kurê xwe hilneda û wiha dewam kir, "Xeyalên zarokên me pûç kirin, qelem ji destê wan girtin û li serê çiyê ew mehkûmî mirinê kirin. Min kurê xwe yê 14 salî nedişand firinê jî. Ez HDP û PKKyê bi nefret şermezar dikim."

Di berdewamiya axaftina xwe da Tokayê got ku ji bo bigihêje ewladê xwe ya ji dest tê wê bike û wiha domand: "Ev miletê Kurd naparêzin. Di rastiyê da ya zirarê dide gel HDP û PKK ye. Sebiyê 14 salî xwedî çi îradeyê ye? Zarokên di navbera 10-14 salî da ji malbatên wan diqetînin û dibin. Çi heqê wan heye? Qet wijdan û merhemeta wan tuneye. Em heta zarokên xwe hilnedin ji vê derê naçin."

- "Qelemê ji destê qîza min dexistin û çek dan dest"

Esmer Koça ji bo qîza xwe Zeynep a ku 8 sal berê li Hekariyê hê 15 salî bû xapandin û revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûbû got ku qîza wê nexweş e û wiha domand: "Qîza min dema tiştek ji min dixwest heke min neda wekî sebiyan digiriya. Ew hê 15 salî bû. 8 sal e çavê min li rêya qîza min e. Qelem ji destê qîza min dexistin û çek dan dest."

- "Îradeya zarokê 15 salî tam nîne"

Suleyman Aydinê ku ji bo ewladê xwe Ozkanê 5 sal berê hêj 15 salî li Sûra navçeya Diyarbekirê revandibûn serê çiyê di çalakiyê da ye got ku ew ji bo kurê xwe hewl dide û wiha domand: "Ewilî kurê min birin avahiya HDPyê û ji wir jî şandin serê çiyê. Sax e mirî ye em nizanin. Ez ê ji bo kurê xwe têkoşîna xwe bidomînim. Îradeya zarokê 15 salî tuneye. 33 zarokên me ji destê PKKyê xilas bûn û aqûbet li serê ewladên me be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.