Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikek din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlona sala 2019an da ji ber îdiaya ku HDPê zarokên wan bi xapandine û revandine serê çiyê, dest pê kiribûn kete roja 143an û beşdarbûnên nû jî lê zêde dibin.

23.01.2020 - Rojanekırın : 27.01.2020
Dayikek din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlona sala 2019an da ji ber îdiaya ku HDPê zarokên wan bi xapandine û revandine serê çiyê, dest pê kiribûn kete roja 143an û beşdarbûnên nû jî lê zêde dibin.

Ji Hekariyê Vesîle Alkan bo kurê xwe Ferzendeyê 10 sal berê dema hêj 14 salî bû û ew revandibûn serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû.

Dayikek din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Alkanê daxuyanî da û got ku kurê wê ji bo tedawiya diranan ji malê derket û careke din venegeriya.

Dayika bi derd û keserê destnîşan kir ku ji çar aliyan ve ew li kurê xwe geriya û wiha pê da çû: "Paşê kurê min têlefonê me kir û got ku rêxistina terorê nahelê ew paşve bizivire. Kurê min were û teslîmî dewletê bibe."

Alkanê dia kir û got ku hêviya wê ewe ji wê û hemû kesên li benda ewladên xwe ne ra mizgîniyeke xweş bê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.