Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayika ji Tunceliyê ji ber ku gihîşt ewlada xwe yê PKKyê ravandibû çiyê, şa bû

Sidar Can Eren  | 10.09.2021 - Rojanekırın : 14.09.2021
Dayika ji Tunceliyê ji ber ku gihîşt ewlada xwe yê PKKyê ravandibû çiyê, şa bû

Tunceli

Gullu Turana li Perteka navçeya Tunceliyê dijî gihîşt qîza xwe ya ji PKKya rêxistina terorê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû û ji bo vê jî gelekî kêfxweş bû.

Alev Turan di sala 2015an da dema xwendekara lîseyê bû bi destê PKK/KCKya rêxistina terorê hat revandin û malbata wê ya jê tu xeberek hilneda bi salan li benda wê ma.

Turana beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê yên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpisyar dibînin bû got her roj li wêneya qîza xwe mêze dike ku hesreta wê ji bîr bike.

Di encama xebatên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr bi kordinasyona Wezareta Karên Navxweyî meşand va qîza Turanê ji vir mehekê berê hat qanîkirin û ji PKKya rêxistina terorê revî.

Alev Turan li Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bû û di 29ê tîrmehê da anîn Diyarbekirê û li vê derê bi diya xwe ra hat ba hev. Turanê li vê derê ewlada xwe hembûz kir.

Rûyê Turana kêm û zêde 6,5 salan ji qîza xwe dûr mabû êdî bi ken e, ji ber ku bi saxî gihîşt qîza xwe kelecanî ye.

Gullu Turanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku qîza wê di sala 2015an da dema xwendekara lîseyê bû hat revandin û wê şûnda nehat malê.

Turanê got li ser vê bi mêrê xwe ra li qîza xwe geriya û wiha axivî: "Em lêgeriyan lê me nedît û paşê bihîst ku çûye çiyê. Em jî çûn avahiya Tunceliyê ya HDPyê. Yên li wê derê ji me ra gotin 'Haya me ji qîza we tune û em qîza we jî nas nakin'. Em paşê hîn bûn ku wana qîza me xapandiye û qîza min jî tevlî rêxistinê bûye."

- Ji eskeran hîn bû ku qîza wê dijî

Turanê got kêm û zêde 6,5 salan ji qîza xwe dûr ma û wiha pê da çû: Min bi salan dengê qîza xwe nebihîst, di mereqê da mam. Gelo mirî ye an sax e? Me tu xxeberek hilneda. Min bîriya qîza xwe dikir û kincên wê bîn dikir. Min wêneya wê dida ber dilê xwe. Ji hesreta ewlada xwe gelekî nebaş bûm."

Turanê got rojekê cendirme hatin mala wê û gotin ku qîza wê dijî û wiha axivî: "Min jî bi wan bawer kir. Medem qîza min sax e min got jê xeberekê hildim hûn jî alikariyê bidin min em ji çiyê daxin. Piştî têkoşîna 6,5 salan ez gihîştim qîza xwe. Dema gihîltim ewlada xwe ji bo min serfiraziya herî mezin bû. Min dema qîza xwe dît gelekî şa bûm, têra dilê xwe min ew hembêz kir. Min paç kir û hesreta xwe xilas kir."

Turanê bangî malbatên ku ewladên wan li çiyê ne kir û wiha got:

"Bi dewleta me ewle bûn, ewladên xwe ji çiyê daxin. Min daxist û gelekî şa bûm. Hema bêje dinya dane min. Hûn jî dayik in, bikevin pey ewladên xwe, bi delwetê bawer bikin. Em bi dewletê ewle bûn û me bi hev ra têkoşîn da. Me ewlada xwe dît û anî. Xwedê ji dewleta me razî be. Heke dewleta nebûya nizanim me yê ewlada xwe çito bidîta. Gelekî kêfxweş im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.