Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Zelîha Eslek: Heta zarokên me neyên em ê dev ji vê nobedê bernedin

Bestami Bodruk  | 14.08.2022 - Rojanekırın : 15.08.2022
Dayik Zelîha Eslek: Heta zarokên me neyên em ê dev ji vê nobedê bernedin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bona zarokên xwe yên revandine çiyê li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên revadinê çiyê HDPyê sûcdar dikin û di 3yê Îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin di roja 1077an da çalakiya xwe berdewam kirin.


Dayik Zelîha Esleka 6 sal e xeberê ji kurê xwe Îsa hilnade got ew nizane ewladê wê sax e an na.

Eslekê wiha got: "Di vê hewaya germ da em nabêjin şev û roj bi hemû malbatan va ji bo zarokên xwe rûdinên. Heta zarokên me neyên em ê dev ji vê nobedê bernedin".

Eslekê bangî ewladê xwe kir ku ew teslîm bibe.

Necmettîn Bîçerê ji bo qîza xwe Gulcanê nobedê didomîne jî got ew 6 sal e hesreta qîza xwe ye.

Biçer wiha got: "Ji çar aliyê Tirkiyeyê dê û bav tên vir û zarokên xwe ji PKKya rêxistina terorê û şaxa siyasî ya wê HDPyê dixwazin. HDPyê zarokên me şand çiyê. Em li navnîşana rast nobedê dikin."

Bîçer bangî ewladê xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın