Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Mevlude Uçdag: Ez tu wextî peyê ewladê xwe bernadim

Ömer Yasin Ergin  | 06.01.2022 - Rojanekırın : 08.01.2022
Dayik Mevlude Uçdag: Ez tu wextî peyê ewladê xwe bernadim

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û dixwazin bigihêjin ewladên xwe.

Malbat ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dane destpêkirin û çalakî di roja 857emîn da dewam dike.

Dayik Mevlude Uçdaga ku seba Ramazanê kurê xwe çalakiyê dike, diyar kir ku ev 3 sal ew seba ewladên xwe çalakiya xwe didomînin.

Uçdag diyar kir ku derdê wan tenê ewladê wan e û wiha dewam kir, "Em ewladê xwe dixwazin. Em heta hilnedin jî em naçin. Havîn û zivistan ez seba kurê xwe li vê derê me. Ez tu wextî peyê ewladê xwe bernadim."

Uçdagê diyar kir ku wê pir bîra kurê xwe kiriye û wiha dewam kir:

"Çi qas were hişê min, dilê min dişewite. Ez dixwazim wî hembêz bikim, bêhn bikim û bi çavê dinyayê bibînim. Wekî malbatên din ez dixwazim bigihêjim kurê xwe. Kurê min tu jî bi qasî diya xwe têkoşînê bide. Ji wan biqete were."

Ekrem Artik jî ji bo Erhanê kurê xwe yê ku 7 sal berê birine, ji Hatayê hatiye û çalakiyê dike. Artik jî got ku ew dixwaze bigihêje ewladê xwe.

Artik got, "HDPyê xapand û birin serê çiyê û teslîmî PKKyê kirin." û wiha dewam kir, "Çi heqê wan heye ku zarokên me dibin, çi heqê wan heye ku ev qas dayikan berdidin girînê, mafên mirovan li ku ma? Çima me nabînin? Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin."

Artik bangî ewladê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.