Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Usta û Yilmaz, dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin

Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Leyla Şahin Usta û Ali Ihsan Yilmaz çûn ziyareta malbatên ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin.

Önder Beyter  | 24.02.2021 - Rojanekırın : 25.02.2021
Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Usta û Yilmaz, dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin

Diyarbakir

Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Leyla Şahin Usta û Ali Ihsan Yilmaz çûn ziyareta malbatên ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 541emîn.

Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Usta û Yilmaz tevî parlamenterên Diyarbekirê yên AK Partiyê Mehmet Mehdi Eker û Oya Eronatê bi malbatan ra hevdîtin pêk anîn.

Di ziyaretê da malbatan wêneyên zarokên xwe nîşanî wan dan û behs kirin ka zarokên wan çawa hatin revandin û her wisa bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê û her wiha HDPyê dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.