Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

2 malbatên din jî beşdarî "nobeta ewladan" a dayikên Diyarbekirê bûn

19.02.2021 - Rojanekırın : 20.02.2021
2 malbatên din jî beşdarî "nobeta ewladan" a dayikên Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

 2 malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bûn ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 536an da dewam dike.

Nîhal Çîftçî ji bo Emîrcanê kurê xwe yê 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin çiyê ji Hekariyê hat û Alî Şahîn ji bo Nûpeldana qîza xwe ya 6 sal berê di 14 saliya wê da revandine ji Diyarbekirê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Çîftçiya dayik diyar kir ku kurê wê 9 sal berê çû xwendingehê paşê venegeriya malê, di encama lêkolînan da pê hesiyan ku PKKya rêxsitina terorê kurê wê revandiye çiyê.

Çîftçiyê got di tunebûna kurê xwe da gelek êş û jan kişand û wiha pê da çû: "Şevan hetanî sibêhan xewa min nehat. Zivistanê ji ber ku kurê min li derva bû di malê da tehemila min çênedibû û derdiketim derva. Pirî caran li şaneşînê radizam. Min digot kurê min birçî ye nan di ber min da nediçû. Hetanî neyê serê merivan meriv nizane. Heqê tu kesî tune ku vê bîne serê jinekê, dayikekê."

Çîftçiyê got ku berpirsyarê revandina kurê wê HDP û PKK ne, ji bo kurê xwe ew ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomîne.

Çîftçiyê destnîşan kir ku rêxistina terorê di sala 2018an da eşkere kir ku kurê wê mirî ye, ji bo vê lêkolîn hat kirin ku hela ew kurê wê ye an na û wiha pê da çû: "Tabî derew bû, ez emîn im. Min testa DNAyê kir û cinaze yê kurê min nebû. Yan ew ê min bikujin yan jî kurê min bidin. Hetanî kurê min were ez li vê derê me. Ez ê ji vê derê neçim."

Çîftçiyê got dixwaze kurê wê were û wê ji vî ezabî xilas bike.

Îbrahîm Eregliyê ji bo Nevzatê kurê xwe yê 7 sal berê revandin çiyê nobeta ewladan didomîne jî got ku hetanî îro ji ewladê xwe tu xeberek hilneda.

Ereglî diyar kir ku di têkoşîna xwe da biryardar in û wiha axivî: "Hetanî kurê min neyê ez ji vê derê ranabim. Ewladê xwe ji HDPyê dixwazim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.