Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

2 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

2 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn

22.02.2020 - Rojanekırın : 23.02.2020
2 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

 2 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin dewam dike.

Muhteber Birlika ji bo Veysiyê kurê xwe ji Kocaeliyê hat û Yusuv û Gevez Erdînça ji bo Mîkaîlê kurê xwe ji Gurpinara navçeya Wanê hatin beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

2 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

- "Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim"

Muhteber Bîrlîka dayik bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku ji vir 5 sal berê kurê wê di 14 saliya xwe da ji bo bixebite çû Stenbolê û hat revandin.

Bîrlîkê destnîşan kir ku 8 zarên xwe bi zor zihmetî mezin kirin.

Bîrlîkê bangî kurê xwe kir ku bira ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got: "HDPyê kurê min bir. Hetanî kurê xwe hilnedim naçim. Mêrê min aciz e, wisa nebûya ew ê jî bihata. Cîgera min çû. Min bîriya kurê xwe kiriye. Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Înşaellah Xwedê ew ê karê wan xirab bike. Xwedê firsendê nede wan."

Yusuf Erdînçê bav jî diyar kir ku kurê wî dema li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê ya li Stenbolê dixwend hat revandin, 5 sal e jê tu xeberekê hilnade.

Erdînç destnîşan kir ku li ser medyaya civakî çalakiya dayikên Diyarbekirê ya li pêşiya HDPyê dît û biryar da ku beşdarî çalakiyê bibe, ligel hemû hewlan kurê xwe nedît.

Erdînç got hetanî kurê hilnede ew ê ji ber derê HDPyê neçe û wiha pê da çû: "Kurê min heke werî tê poşmam nebî. Ev Komara Tirkiyeyê ye, ala û dewleta me giştan e. Were tê bi heman awayî dewam bikî. Kes nikare ji te ra tiştekî bêje, ez li pişta te me. Ez ji te nexeyîdîme."

Gevez Erdînça dayik jî bi Kurdî axivî û got ku gelekî bîriya kurê xwe kiriye, hetanî kurê xwe hilnede ew ê ji pêşiya HDPyê ranebe.

Erdînçê got piştî kurê wî çû hêsrên çavê wê qet nesekinîn û wiha pê da çû:

"Kurê min were dewletê tiştekî bi te neke. Dewlet jî ala jî milet jî yê me ne. Serokomar jî esker jî yê me ne. Doşek lihêf û balgiyê te tune. Were ez ê qurbana te bim. Em ji te nexeyîdî ne. Were mala xwe, dewlet û miletê xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın