Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"11 meh e ez li vê derê me, 11 sal derbas be jî ez ê ji vir neçim, ez bibiryar im"

Solmaz Ovunç: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. 11 meh e ez li vê derê me, 11 sal derbas be jî ez ê ji vir neçim, ez bibiryar im"

03.08.2020 - Rojanekırın : 04.08.2020
"11 meh e ez li vê derê me, 11 sal derbas be jî ez ê ji vir neçim, ez bibiryar im"

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, di Eyda Qurbanê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 336emîn.

Solmaz Ovunç ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Baran çalakiya xwe didomîne û wiha got, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. HDPyê kurê min çawa biriye bira wisa jî bîne."

Ovunçê diyar kir ku heta ew bigihîje ewladê xwe ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "HDPyê kurê min xapand. Min bi çavê xwe mezinbûna kurê xwe nedît. 11 meh e ez li vê derê me, 11 sal derbas be jî ez ê ji vir neçim, ez bibiryar im."

Şevket Altintaş jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Muslum çalakiya xwe didomîne ku kurê wî 6 sal e tu xeber jê nayê.

Altintaş wiha axivî, "Min bêriya eyda bi kurê xwe ra kiriye. Mixabin eyd li me wiha dan derbaskirin. Eyda me bû jehr. Ev roja 4an a eydê ye. Mixabin em îro jî hêvîşikestî bûn. Armanca van ew e ku zarokên me qetil bikin, me jî perîşan bikin. Ez ê roja mehşerê pêsîra wan bigirim."

Celil Begdaş ku ji bo kurê xwe Yusuf çalakiyê dike, îdia kir ku di çalakiya wî ya berê ya li ber avahiya HDPyê da rêveberên HDPyê jê ra "Tu hê nemiriyî. Divê tu bimiriyayî" gotin.

Begdaş got ku li ser vê yekê wî serî li Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da û bû gilîdar û her wiha îdia kir ku duh bi şev gava diçû mala xwe, 3 kesên di otomobîleke reş da gef li wî xwarin. Begdaş got ku ew ji gefan natirse û ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.