Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Heke piçek tirsa Xwedê bi wan ra hebe, heke wijdan hebe, bira ewladên me bidin me"

Kamîle Kuçukdaga dayik: "Heke piçek tirsa Xwedê bi wan ra hebe, heke wijdan hebe, bira ewladên me bidin me, em herin mala xwe. Kurê min heke dengê min tê te were teslîm be"

28.05.2020 - Rojanekırın : 29.05.2020
 "Heke piçek tirsa Xwedê bi wan ra hebe, heke wijdan hebe, bira ewladên me bidin me"

Diyarbakir

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 269emîn.

Kamîle Kuçukdag ji Seyhana navçeya Edeneyê seba Engînê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Kuçukdagê got ku heta ew negihêjin zarokên xwe, wê nobeta xwe bidomîne.

Kuçukdagê diyar kir, "HDPyê zarokên me kirine mehkûmê çiyê. Gunehê me çi ye? Bira zarokên me bidin, em herin."

Kuçukdagê wiha dewam kir, "Êdî ji çavên me hêsir jî nayên. Heke piçek tirsa Xwedê bi wan ra hebe, heke wijdan hebe, bira ewladên me bidin me, em herin mala xwe. Kurê min heke dengê min tê te were teslîm be."

- "Em heta zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin"

Omer Tokayê ji Diyarbekirê seba Mehmetê kurê xwe yê ku 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye. Tokay got ku bi behaneya pîknîkê kurê wî xapandin û birin serê çiyê.

Tokay diyar kir, ew ji bo ku bigihêjin ewladên xwe, 269 roj in têkoşînê didin û wiha dewam kir, "Kurê min were teslîmî dewletê bibe. 13 hevalên te vegeriyan. Eyda xwe bi xwişk û birayên xwe ra derbas kirin, eyda wan pîroz kir. Eyda me dîsa bêyî te derbas bû. Heta tu neyê ji me ra eyd tuneye. Em heta zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın