Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Bi destûra Xwedê hemû zarok wê werin"

Ji dayikan Saadet Odumlu: "Heya kurê min neyê, ez naçim. Bi destûra Xwedê hemû zarok wê werin"

12.02.2020 - Rojanekırın : 13.02.2020
 "Bi destûra Xwedê hemû zarok wê werin"

Diyarbakir

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 163yemîn.

Dayik di sir û sermayê da nobeta ewladan digrin. Ji dayikan Saadet Odumluyê daxuyanî da û got ku wexta kurê wê yê Yusuf revandin serê çiyê, kurê wê 16 salî bû.

Odumluyê diyar kir, ew biryardar e ku çalakiyê bidomîne û wiha dewam kir: "Heya kurê min neyê, ez naçim. Bi destûra Xwedê hemû zarok wê werin. Ez ê li vê derê benda kurê xwe bim. Xwedê kêmasiya delweta me nede, ji Serokomarê me razî be."

Odumluyê got ku zarokên ku teslîm bûn, gihîştin malbata xwe û wiha got, "Hêviya me zêde dibe, înşeallah hemûyê werin."

Odumluyê diyar kir ku wê pir bîra kurê xwe kiriye û bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.

Cemîle Erdoganê jî got ku kurê wê hê 16 salî bû HDPyê bi behaneya pîknîkê ew bir serê çiyê û wê careke din xeber jê hilneda.

Erdoganê diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin û wiha dewam kir: "Heta ku em zarokên xwe hilnedin, em ê dev ji çalakiyê bernedin. 6 sal e em vê êşê dikşînin. Ne şeva me şev e, ne roja me roj e, ne eyda me eyd e."

Erdoganê diyar kir ku duh malbateke din jî gihîşt ewladê xwe û ew ji bo wan bû hêvî û wiha dewam kir: "Înşeallah ewladên me jî wê werin, em jî bigihêjin ewladê xwe. Ez li ser navê wê malbatê pir kêfxweş bûm."

Esmer Koça dayik jî got ku keça wê ya Zeynep di 15 saliya wê da birin serê çiyê, 7 sal e wê ji keça xwe xeber hilnedaye.

Koçê got, "Ez her roj digrîm. Şev û roj çine ez nizanim." û wiha dewam kir, "Ez keça xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Keça min emeliyet bûbû. Hê bi lingê wê va 4 dirûn hebûn. Ez ji vê çalakiyê nayêm xwarê, keça xwe dixwazim. Cihê keça min ne çiya ye. Eyb e ku keçan derdixin serê çiyan."

Celîl Begdaşê bavik jî got ku kurê wî 9 meh berê revandin, lê ev mawe jê ra wek 9 sal tê.

Begdaş diyar kir, heta ew bigihêjin ewladên xwe, wê çalakiya rûniştinê bidomînin û wiha dewam kir:

"Em dev jê bernadin. Me carekî dest bi vê yekê kir, êdî veger tuneye. (PKK) têk çû, înşeallah dawiya van wê were. Zarokên me wê hêdî hêdî werin. Em gihîştin zarokê xwe yê 6emîn. Weke ku zarokê min hatibe. Hema bira werin. (PKK) di nav panîkê da ye, înşeallah hemû wê biqedin, her kes wê bigihêje malbata xwe."

Begdaş bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.