Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên zarokên wan revandine serê çiyê li benda piştevaniyê ne

Sayim Harmancı   | 16.10.2021
Malbatên zarokên wan revandine serê çiyê li benda piştevaniyê ne

Hakkari

 Li Hekariyê malbatên zarokên wan ji alî PKKya rêxistina terorê va revandine serê çiyê û HDPyê berpirsê vê yekê dibînin ji 8ê Rêbendanê vir va her hefte li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dikin û bertekê nîşanî PKKya rêxistina terorê didin.

Dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan hatine revandin di 3ê Îlona 2019an da li Diyarbekirê dest bi çalakiyê kiribûn û 14 malbatên Hekariyî jî li pêş Avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dest bi çalakiyê kiribûn û bi biryardarî didomînin.

Malbatên ji ber terorê mexdûr bûne ji 8ê Rêbendanê vir va du hefteyan carekê tên bal hev, çalakiya rûniştinê dikin û bertekê nîşanî PKKyê didin.

Malbatên ji Diyarbekirê hatine jî piştgiriyê didin malbatên Hekariyî û dixwazin ku dengê wan zêdetir bê bihîstin.

Malbatên di nobetê da ne dixwazin ku bila malbatên di halê wan da ne jî bên û tevlî wan bibin.

- "Me 32 ewladên xwe ji nav lepên wan derxist"

Mevlude Uçdaga ku kurê wê revandine serê çiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo piştevaniya malbatên Hekariyî ji Diyarbekirê hatin.

Uçdagê destnîşan kir ku di 1ê Hezîrana 2015an da ewladê wê ket nav lepên rêxistina terorê û wiha domand: "Ez ê kurê xwe ji wan ra nehêlim. Lewra dewleta me xurt e. Me 32 ewladên xwe ji nav lepên wan derxist. Em di çalakiya xwe da bi biryar in. Ew dixwazin dengê me neyê bihîstin."

Abdullah Demirê ku ev 3 sal e li benda ewladê xwe ye jî got: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Roj ev roj e. Bila herkes were û ewladên xwe bixwaze. Ev zalim ji Amerîka, Fransa, Rûsyayê ra dixebitin. Mêze bikin Sûriye serobin kirin. Kê wisa kir. Van welatan kir. Em heta ewladên xwe hilnedin ji vê derê naçin."

Esmer Koça ku 8 sal e qîza wê ya revandine serê çiyê nedîtiye bertek nîşanî PKK û HDPyê da, bangî ewlada xwe kir û got: "Keçik namus e. Qîza min Zubeydeya min heke tu min dibînî û dibihîsî were û teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın