Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Emre Ilıkan, Yılmaz Kazandıoğlu   | 21.10.2021
Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Van

 Li Wanê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, çalakiya xwe ya li ber serokatiya partiyê ya parêzgehê vê hefteyê jî domandin.

32 malbatên ku li ser Kolana Komarê hatin cem hev, dowîzên "Em di nobeda ewladan da ne", "Êdî bes e, destê xwe ji me bikişînin", "Zarokên me dê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanê di nobeda ewladan da ne", "Em zarokên xwe dixwazin" û "Çiyayan ji teyr û tûyan ra bihêlin" vekirin.

Malbatan li dijî rêxistina terorê PKK û her wiha HDPyê durişm berz kirin û heya ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê meşiyan. Li vir malbatan bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Saliha Merta beşdara çalakiyê, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin.

Mertê diyar kir ku kurê wê xapandin û birin çiya û wiha dewam kir:

"Em heta wan xilas nekin, em ê bi paş da gav nevêjin. Em ewladên xwe dixwazin. Em ê wan têk bibin. Em dayik em ê bi ser kevin, ew ê ji holê rabin. Kurê min ev lavayî te dikim, ji nav wan yên qirêj derkeve. Min zehf bêriya te kiriye. Em li benda te ne. Dewleta me pir bimerhemet e. Were, vegere cem diya xwe û dewleta xwe, bira hinekî jî ew bigirîn."

Eyup Baranê ku zarokê wî gava 9 salî bû revandin çiyê jî diyar kir, ew heta negihîjin ewladên xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Baran diyar kir ku 7 sal e wî tu xeber ji ewladê xwe hilnedaye û wiha dewam kir, "Zarokê min li ber malê revandin. 7 sal e ez lê digerim. Xwedê belaya xwe bide wan. Em ji wan nefret dikin. Xwedê wan qehr bike. Ez bangî hemû malbatên mexdûr dikim. Bira tirsa wan ji kesî tunebe. Bi îzna Xwedê em ê bi ser kevin."

Baran bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Kurê min rêya te tu rê nîne, tu di rêya xelet da yî. Ew xulamên Amerîka û Îsraîlê ne. Em hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Em ji ala û welatê xwe hez dikin. Dewleta me bihêz e, were teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın