Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber HDPyê domandin

Yılmaz Kazandıoğlu   | 07.10.2021
Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber HDPyê domandin

Van

Li Wanê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber serokatiya partiyê ya parêzgehê çalakî kirin.

32 malbatên ku li ser Kolana Komarê hatin cem hev, dowîzên "Em hemû esker in, em têra PKKyê dikin", "Em di nobeda ewladan da ne", "Êdî bes e, destê xwe ji me bikişînin", "Zarokên me dê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanê di nobeda ewladan da ne", "Em zarokên xwe dixwazin" û "Çiyayan ji teyr û tûyan ra bihêlin" vekirin.

Malbatan li dijî rêxistina terorê PKK û her wiha HDPyê durişm berz kirin û heya ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê meşiyan. Li vir malbatan bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

- "Heke tu berê tivingê bi esker û polêsan da bikî ez heqê xwe li te helal nakim"

Nazli Sancara ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku qîza wê di sala 2012an da hêj 13 salî bû bi darê zorê dest û pê girêdane û revandine serê çiyê.

Sancarê destnîşan kir ku ew nêzî 10 salan e qîza xwe nabîne û wiha domand: "Êdî qeweta min nema. Heke qîza min dengê min dibihîzî were û teslîmî hêzên dewletê bibe. Em dibêjin êdî bese. Bila ji van kujerên pitikan û bêbextan bawer nekin. Çekên xwe biavêjin û werin. Ez bangî hemû malbatan dikim bila werin û piştgiriyê bidin me. Biala ewladên xwe ji HDPê bixwazin. Bila zarokên xwe di destê van zalimanda nehêlin."

Sancarê diyar kir ku qîza wê yeka pir bi rehme û zirarê nade kesî û wiha pê da çû: "Heke tu berê tivingê bi esker û polêsan da bikî ez heqê xwe li te helal nakim. Ez keda xwe li te helal nakim. Ez nexweş im û min ji te ra negot û niha dibêjim."

Musa Abaliyê ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bûbû jî got ku qîza wê di sala 2015an da hatiye revandin û wiha dewam kir: "Qîza min xapandin. Bi hinceta ger û geştê birin Edremîtê. Qîza min çû û hew çû. Ez bi salan e qîza xwe nabînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın