Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 10an

İbrahim Yaldız   | 22.09.2021
Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 10an

Muş

 Li Mûşê malbeteke din jî beşdarî malbatên ku li ber avahiyê serokatiya bajêr ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin bû.

Ev malbatên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihêjin zarokên xwe, li ber avahiyê HDPyê kom bûn. Malbatan pankart û dowîzên dijî HDPyê nîşan dan.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe û alaya Tirk bilind kirin, durişmên cuda yên wek "Partiya dijminê gel", "Hûnê ewadên me bidin", "Ha HDP, ha jî PKK e", "Tirk û Kurd bira ne, HDP qeleş e" berz kirin.

- "Lenet li HDP û PKKyê bê

Ayten Koçhana nû beşdarî çalakiyê bû got kurê wî 7 sal berê li Bursayê hatiye xapandin ku ew revandine çiyê.

Koçhanê got ew kurê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha bangî kurê xwe kir ku ew vegere: "Kurê min tu li her ku bî vegere. Were ew rê ne rê ye. Eskerên me, dewleta me û hikûmeta me heye, vegere were kurê min. Ersîn heke tu min dibihîzî vegere kurê min. Serê kurê wan li ser balgî ye, orxana wan li ser wan e. Balgiyê we kevir û doşega we jî xwelî ye, vegere kurê min. Were, bavê te nexweş e kurê min. Lenet li HDP û PKKyê bê. Zarokên wan dixwînin û li cem wan in, lê zarokên me li serê çiyê ne. Êdî bes e, kezeba me şewitî, dayik giriyan. Dewleta me li pişta we ye, vegerin."

- "Heta zarokek jî li çiyê nemîne em ê bendê bin"

Dayik Gulbahar Tekerê jî got malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû û her ku diçe hejmara malbatan zêde dibe.

Teker wiha axivî: "Em li vir sekinîne. Heta zarokek jî li çiyê nemîne em ê bendê bin. Lenet li HDP û PKKyê bê. Ev zarok li ku ne? Bila zarokên me bînin û teslîmî me bikin. Ne heyfa van dê û bavan e. Ez ewladê xwe dixwazim. Ewladê min bimire jî ezê vê çalakiyê bidomînim."

- "Zarokan dibin û malbatan perîşan dikin"

Dayik Şahînaz Ozcanê bangî kurê xwe kir ku ew vegere û wiha got: "Ev ne doza Kurdan e. Zarokan dibin û malbatan perîşan dikin. Atîlla vegere were kurê min, em benda te ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın