Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

Mehmet Sıddık Kaya   | 05.12.2021
Ji dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 825emîn da dewam dike.

Esmer Kamanê ku ji Tekirdagê hat û ji bo kurê xwe Abdulkadir beşdarî çalakiya rûniştinê bû ku 7 sal berê dema 19 salî bû, hat xapandin û revandin, diyar kir ku ew heta kurê xwe hilnede, ew ê ji ber avahiya HDPyê bi tu derekî da neçe.

Kamanê diyar kir, heta roja îro jî wê tu xeber ji kurê xwe hilnedaye û bertek nîşanî HDPyê da û wiha got, "Yên ku zarok hemû birin çiya ew in. Hemû dayik lanetê li wan dixwînin."

Kamanê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min vegere, ew der ciyê te nîne. Were teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe, teslîmî polêsên me bibe."

Necmettin Biçerê ku ji bo keça xwe Gulcanê di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir, ew heta ewlada xwe hilnede, ew ê ji wir neçe.

Biçer wiha bangî zarokên revandî kir, "Werin teslîmî dewletê û hêzên ewlekariyê bibin. Welatê me mezin e. Li wir teqez we dixapînin. Keça min heger tu min dibînî û dibihîzî, were."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın