Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Ev der cihê têkoşîna ewladan e"

Sultan Guger: "Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê terka vê derê nekim." Rahîme Taşçi: "Faruk bû 8 sal ku min ne dengê te bihîst û ne jî tu dîtî. Ez di vî konî da benda te me."

Ömer Yasin Ergin   | 14.10.2021
"Ev der cihê têkoşîna ewladan e"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Malbatên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 773yemîn da didome.

Sultan Gugera ji bo kurê xwe Dogan ê ku 6 sal berê revandine serê çiyê got ew hesreta kurê xwe dikşîne û wiha axivî: "Heta ez kurê xwe hilnedim ez ê terka vê derê nekim. Ev der cihê têkoşîna ewladan e. Em ê jî têkoşîna xwe bidin û înşallah em ê bigîhîjin zarokên xwe."

Gugerê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.

Rahîme Taşçiya ji bo kurê xwe Faruk ji Qersê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye jî got ew heta bigîhîje kurê xwe ewê çalakiya xwe bidomîne.

Taşçi got Faruk tekane zarokê wê ye û wiha axivî: "Faruk bû 8 sal ku min ne dengê te bihîst û ne jî tu dîtî. Ez di vî konî da benda te me. Teslîmî hêzên ewlehiyê be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın