Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik panay: 10 sal e li benda te me, qurbana te bim vegere

Osman Bilgin   | 01.08.2021
Dayik panay: 10 sal e li benda te me, qurbana te bim vegere

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê ya Diyarbekirê dane destpêkirin bi biryardarî dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 699emîn da dewam dike.

Aynur Panaya ji Bazîda navçeya Agiriyê ji bona Emrahê kurê xwe yê di 13 saliya wî da revandine çiyê tevlî çalakiyê bûye got ku ez dixwazim bigihîjim ewladê xwe û wiha pê da çû, "HDPyê kurê min revandiye û teslimî PKKyê kiriye. HDPyê kurê min xapand û bir. Ez kurê xwe ji wan dixwazim."

Panayê diyar kir ji ber ku 3 malbatên din jî gihîştine ewladên xwe kêfxweş e û wiha got, "Kurê min, qurbata te bim vegere. 3 hevalên te hatin. tu jî were, ew der ciyê te nîne. Ji bona Xwedê teslîmî cendirme û polêsan bibe.10 sal e li benda te me. Min bêriya te kiriye. Qurbana te bim vegere."

Abdullah Demirê ji bona Fatîhê kurê xwe tevlî çalakiyê bûye wiha peyivî, "Em dixwazin ewladên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Ez bangî hemû alema Îslamê dikim, bira ji bona me dia bikin û ku em ewladên xwe ji destê van zaliman xilas bikin."

Demirê ji bona teslîm bibe bang li kurê xwe kir wiha got, "5 sal e li kurê xwe digerim. Heya mirinê ez ê li pey wî bim. Bireve û were û teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın