Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Bîçera kurê wê teslîm bû çû dîtina Dayikên Diyarbekirê

Aziz Aslan, Ahmet Kaplan, Halil İbrahim Sincar   | 29.07.2021
Dayik Bîçera kurê wê teslîm bû çû dîtina Dayikên Diyarbekirê

Diyarbakir

Ayşegul Bîçera li pêş avahiya serokatiya bajêr a HDPyê ku ji bo kurê wê yê revandibûn serê çiyê nobetê digirt bi teslîmbûna kurê xwe va şa bû û xwest kêfxweşiya xwe bi dê û bavên nobetê didomînin ra parve bike.

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ku bi armanca bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya serokatiya bajêr HDPyê dabûn destpêkirin ev 696 roj in dewam dike.

Ayşegul Bîçer ji 3 dayikên ku di 3yê Îlona 2019an da li pêş avahiya serokatiya bajêr a HDPyê bi armanca bigihêjin ewladên xwe dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn yek e û ew tevlî mêrê xwe Rauf Bîçer va wê îro bigihêjin kurê xwe Mustafayê teslîmî hêzên ewlehiyê bûbû.

Bîçer berî ku bigihêje ewladê xwe xwest mizgîniyê bide malbatên li pêş HDPyê nobetê didomînin û malbatên di nobetê da ne jî bûn şirîkê kêfxweşiya dayîk Ayşegul Bîçerê û bi def û zirneyê ew pêşwazî kirin û govend girtin.

- Ayşegul Bîçer bi Wezîr Derya Yanikê ra axivî

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik bi dayik Ayşegul Bîçerê ra ji ser têlefonê axivî û çavroniyî da wê û mêrê wê.

- "Em bi ser ketin"

Dayîk Bîçerê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew bi ser ketin û wiha domand: "Ez ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di serî da ji hemû kesên piştgirî dan ra spas dikim. Min gotibû ku heke dayik bixwazin dikarin çiyayan qul bikin û bigihêjin ewladên xwe. Bi hezaran carî şikir ji Rebbê min ra em bi serketin. Li vê derê kêfxweşiya dewetê heye. "

Bîçerê ji hemû dayikan xwest ku bila piştevaniyê bidin çalakiya Dayikên Diyarbekirê û ewladên xwe ji nav lepên PKKya rêxistina terorê derxin û got ku dayik dema heqê xwe bixwazin ewladên wan jî ji serê çiyê tên.

Dayika ku wê îro bigihêje ewladê xwe ragihand ku ev serfiraziya dê û bavan û ya Tirkiyeyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.