Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Ayten Elhaman: Ciwanên me dixapînin dibin li serê çiyê û zinaran dirizînin

Ömer Yasin Ergin   | 07.10.2021
Dayik Ayten Elhaman: Ciwanên me dixapînin dibin li serê çiyê û zinaran dirizînin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 766an da dewam dike.

Dayik Ayten Elhamana ji bo kurê xwe Bayram çalakiyê dike got ew 4 sal e kurê xwe nabîne û ji HDPyê kurê xwe dixwaze.

Elhamanê wiha got: "Ciwanên me dixapînin dibin li serê çiyê û zinaran dirizînin. Bila ewladê min bînin. Kurê min ji malê diçû kar û dihat. Min ê destên wî hena bikira û bişanda eskeriyê, lê ew ji min hildan. Lawê min em li vir benda te ne, em hesreta te dikşînin. Were, li vir dewleteke me ya bihêz heye."

Nurettîn Odumluyê ji bo kurê xwe Yusufê di 16 saliya wî da revandine çiyê ji Sêrtê beşdarî çalakiyê dibe jî got heke HDP nebe kes naçe çiyê û namre û wiha dewam kir: "Kurê min Yusuf were malê, em hemû benda te ne. Êdî taketa me nema ku em li ber xwe bidin. Parlamenterên HDPyê ji bo ku dîsa bibin parlamenter bi hezaran ciwanan dişînin mirinê. Derdê wan meqam û qoltix e, guh nedin wan, werin malê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın