Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê nobeta xwe didomînin

Rahîme Taşçi: "Kurê min xapandin, hê 15 salî bû ew birin serê çiyê. Bes e, wî berdin."

Ömer Yasin Ergin   | 17.09.2021
Dayikên Diyarbekirê nobeta xwe didomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina zarokên xwe yên birin serê çiyê HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 746an da dewam dike.

Rahîme Taşçiya ji bo kurê xwe Farûkê ku 7 sal berê hê 15 salî li Wanê revandibûn serê çiyê û ew jî ji Qersê hat got ku ew kurê xwe pir meraq dike û heta niha tu xeber jê hilnedaye.

Taşçiyê diyar kir ku gelek bêriya kurê xwe kiriye û wiha domand: "Farukê min min pir bêriya te kiriye. Êdî vegere. Ez ewladê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Ewladê min bi tenê ew bû. Kurê min xapandin û 15 salî revandin serê çiyê. Bes e, wî berdin."

Celîl Begdaşê li benda vegera ewladê xwe ye jî destnîşan kir ku digel hemû zor û zehmetiyan ew çalakiya xwe didomînin û bi saya vê têkoşînê bûn sedema vegera gelek zarokên li serê çiyê û hêvî dikin ku yên mayî jî vegerin.

Begdaş ragihand ku ew ewladê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha domand: "Bila HDP zarokên me berde. Heke bi rastî û ji dil ji miletê Kurd hez dikin bila wan zarokan berdin. Ez bangî hemû dê û bavan dikim li ewladên xwe xwedî derkevin. Kurê min tu û tevlî hevalên xwe jî birevin û werin xwe bispêrin dewletê. Werin cem dê û bavên xwe. Werin bila dê û bav jî kêfxweş bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.