Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Nurten Aslan   | 02.12.2021
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 822yemîn da dewam dike.

Hatîce Leventa ji bo qîza xwe Fadîmeyê beşdarî çalakiyê bûye got ew ê heta dawiyê çalakiyê bidomîne.

Leventê got ew ê qîza xwe ji destê terorê xelas bike û wiha axivî: "Ez 7 sal e li dû te me qîza min. Vegere, min pir bêriya te kiriye. Karê te li wan şikeftan tune. 70 sal jî derbas be ez heta te hilnedim ez ê ji vir neçim. Destên te qelem digirtin, çek dane destên te. Bêwijdanno. Em ji bo zarokên xwe li vir in."

Dayik Nadire Çakanê jî got ew ji bo kurê xwe Muhammed çalakiyê didomîne.

Çakanê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha axivî: "Bireve were kurê min. Ez ji te gelekî hez dikim. Ez pir nexweş im. Teslîm bibe kurê min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın