Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî li benda zarokên xwe ne

Mehmet Sıddık Kaya   | 21.07.2021
Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî li benda zarokên xwe ne

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin. Dayik, Eyda Qurbanê di nobeda ewladan da bi dilekî şikestî derbas dikin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 687em.

Midûrê Ewlekariya Parêzgeha Diyarbekirê Huseyîn Aşkin, dayik ziyaret kirin, eydana wan kir û bi wan ra axivî.

Malbatan kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyaretê anîn ziman û sipasiya Aşkin kirin.

Dayik Ayten Elhamanê diyar kir, 4 sal e tu xeber ji kurê wê nayê.

Elhamanê diyar kir ku wê zehf bêriya kurê xwe kiriye û wiha dewam kir:

"8 eyd e kurê min tuneye. Ez li vir li benda wî me. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim bira bînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ez ewladê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim."

Dayik Sevgi Çagmarê ku ji bo kurê xwe Yavuz di çalakiya rûniştinê da ye, diyar kir ku 14 eyd e kurê xwe nabîne.

Çagmarê bal kişand ku wê zehf bêriya kurê xwe kiriye û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe dixwazim. Ev eyd jî bi dilekî şikestî derbas bû. Ji xwe ez eydê pîroz nakim. Kurê min kîngê were ew dem dê bibe eyda min. Eyda me timî bi girînê derbas dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın