Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Ahmet Kaplan   | 26.10.2021
Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 785emîn da dewam dike.

Nazîme Toptaş ji Sarîqamişa navçeya Qersê seba Dogan Aliyê kurê xwe yê ku li Stenbolê xapandin û birin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû. Toptaşê diyar kir ku ev 6 sal e wê tu xeber ji ewladê xwe hilnedaye.

Toptaşê got, "PKKyê kurê min xapand û bir. Piştî ku ev çadira çalakiyê hat danîn, ewlad neçûn. Em giriyan, bira dayikên din negirîn. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim." û daxuyand ku ew di çalakiya xwe da biryardar in.

Toptaşê wiha xeberda, "Bi destûra Xwedê kurê min ê were. Heta kurê min neyê ez ji êv çadirê naçim."

Toptaşê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Dogan Alî were, teslîm bibe. Bi kesî ewle nebe, bi dewleta me ewle be. Min tenê nehêle. Min bi belengazî tu xwedî kirî. Nexweşiya dil bi min ra heye. Berî ez bimirin, li diya xwe vegere."

Haci Gugerê bavik jî ji bo Doganê kurê xwe yê ku li Diyarbekirê xapandin û birin serê çiyê, çalakiyê didomîne. Guger diyar kir ku ev 7 sal e ew peyê kurê xwe ketiye û wê dev ji vê têkoşîna xwe ya peyketinê bernede.

Guger wiha xeberda, "Ji ber ku em dizanin HDPyê ev zarok birin, loma em xwe didin ber vî derî. Ji ku derê zarokekî bibin, teqez tînin avahiya HDPyê û wisa dibin."

Guger daxuyand ku ew ê seba ewladên xwe vê têkoşînê bidomînin û wiha dewam kir, "Heta ku hemû zarokên serê çiyê neynin, em ê li vê derê bin. Kurê min teslîmî hêzên ewlehiyê bibe, were hembêza diya xwe û cem xwişk û birayên xwe. Dewleta me dewleteke mezin e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın