Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Çalakiya dayikên Diyarbekirê di roja 750yemîn da bi biryardarî dewam dike

Ömer Yasin Ergin   | 21.09.2021
Çalakiya dayikên Diyarbekirê di roja 750yemîn da bi biryardarî dewam dike

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 750yem da didome.

Malbat bi wêneyên ewladên xwe va li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê bendewar in. Li ser navê malbatan Suleyman Aydin daxuyanî da û diyar kir ku ew ê heya dawiyê têkoşîna ewladan bidomînin.

Aydin got, "HDP ji gelê Kurd direve. Di encama têkoşîna mezin a dewletê 32 ewlad ji destê rêxistina terorê hatin xelaskirin." û ew wekî dê û bav hêvîdar in.

Aydin wiha dewam kir:

"Zarokên me di şikeftan da dihêlin ku bimirin. Bira êdî her kes rûyê rastîn ê HDPyê bibîne. HDPyê zarokên dê û bavan çawa şandibe serê çiyê, bira wisa jî bîne. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın