Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Rêxistina terorê ji bo reşkirina nobeta dayikên Diyarbekirê telaqreşiyê dike

Çapemeniya rêxistina terorê û alîgirên wan ji bo reşkirina nobeta dayikên Diyarbekirê ya ev 505 rojin didome, telaqreşiyê dikin.

19.01.2021
Rêxistina terorê ji bo reşkirina nobeta dayikên Diyarbekirê telaqreşiyê dike

Ankara

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe yên bi xapandinê derketine serê çiyê ji nav lepên PKKya rêxistina terorê derxin, li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPê dabûn destpêkirin didome û çapemeniya rêxistina terorê û alîgirên wan jî ji bo reşkirina hewla dayikan dixebitin û dayikan ji bo xwe kirine hedef.

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 505emîn da digel berf û seqemê dewam dike.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda qaşo rêvebirên PKKyî ji ber nobeta ewladan di nav rêxistinê da temaşekirina têlevizyonê qedexe kirin, ji bo reşkirina nobeta dayikan jî rêxistina terorê telîmat da saziyên çapemeniyê yên alîgirên xwe. Saziyên çapemeniyê yên nêzî rêxistinê û alîgirên wê der barê nobeta ku dayikan bi hêviya bigihîjin ewladên xwe didomînin da nûçeyên derewîn didin çêkirin û telaqreşiyê dikin.

PKKê herî dawîn nûçeya "Polêsan ji bo ku H.Sever li pêşiya avahiya bajêr a HDPê ya Diyarbekirê rûnê 10 hezar lire pêşniyaz kirin" weşandin lê daxwaza wan bi cî nehat.

Derket holê ku hêzên ewlehiyê ji bo teslîmbûna Rojda Sever a bi kodnava "Amara Viyan" û Rozerîn Sever a bi kodnava Amara Berîtan"ê bi bavê wan Î. Sever ra carekî hevdîtin kirin lê bav ji ber ku dil nekir hêzên ewlehiyê hevdîtinê nedomandin û bi dayîk H.Severê ra jî qet neaxivîn.

- Bi saya qanîkirinê teslîmbûn zêde bûn û ev yek jî sedema aciziyê ye

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin rêxistina terorê ji hevdîtinê ku hêzên ewlehiyê ji bo qanîkirina endamên rêxistinê bi malbatan ra dikin, gelek aciz in û bi saya nobeta ewladan jî revên ji rêxistinê di salên dawîn da gihîşt merheleya herî zêde.

Şaxên qanîkirinê yên ekîbên ewlehiyê û cendirmeyan heta niha bi 12 hezar malbatî ra hevdîtin kir û ji sala 2016an vir va jî 874 endamên rêxistinê bi saya qanîkirinê reviyan û hatin teslîm bûn.

Ji malbatên bo ewladên xwe nobetê digirtin jî 22 malbat gihîştin ewladên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.