Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewledan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

21.03.2020
Nobeta ewledan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Diyarbakir

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 201ê da dewam dike.

Aydan Arlana ji bo Aysuna qîza xwe ya 5 sal berê di 15 saliya wê da ji Sûra navçeya navend a Diyarbekirê revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ewleda wê bi destê HDPyê hat revandin û derxistin çiyê.

Arslanê got hetanî zarokên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû: "201 rojên din jî derbas bibin em ê çalakiyê bidomînin. Hetanî qîza min neyê ez dev ji çalakiyê bernadim. Roniya çavê min bû. Aysun heke tu min dibînî, dibihîzî were, xwe bispêre dewletê. Bira te netirsînin, bireve û were. Wekî hemû dayikan ez jî ewlada xwe dixwazim."

Saadet Odumluyê jî got ji bo Yusufê kurê xwe ew ê çalakiyê bidomîne, kurê wê di 16 saliya wî da bi navbeynkariya HDPyê hat xapandin û derxistin çiyê.

Odumluyê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha pê da çû:

"Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Hin zarok hatin, em gişt şa bûn. Aqubet li serê zarokên me be. Kurê min bireve were. Ev şerê Kurdbûnê nîne. Em gişt nexweş û pêrîşan in. Ji bo te xuşk û birayên te li malê dihêlim û têm vê derê. Ji bo Xwedê heke min dibihîzî were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın