Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di bin berfa dibare da dewam dike

Dayik Fadîme Aksu: "Berf hebe tunebe em ê tu carî dev ji çalakiya xwe bernedin"

Elif Irmak   | 19.01.2021
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di bin berfa dibare da dewam dike

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a ku dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê digirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 505emîn da di bin berfa dibare da dewam dike.

Dayik Fadîme Aksuya ku ji Kocaeliyê hat û ji bo kurê xwe Eren Yalçinê revandine serê çiyê beşdarî nobeta ewladan bû got ji ber ku 7 sal e ji kurê xwe xeberê hilnade li vir e.

Aksuyê destnîşan kir ku dê çalakiyê bi biryardarî bidomînin û wiha axivî:

"Em heta ku ji HDPyê û PKKyê zarokên xwe hilnedin ji vir naçin. Berf hebe tunebe em tu carî dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Heke wijdana wan hebe dê zarokên me bişînin."

Celîl Begdaşê ku ji bo kurê xwe Yusufê revandine çiyê çalakiyê dike jî diyar kir ku dê tişt wan ji çalakiya wan dûr nexe.

Begdaş ev gotin:

"Çi dibare bila bibare em heta ewladên xwe hilnedin ji dê ji vir neçin. Tu tişt biqasî ewladên me girîng nîne. Em ê ji vir ranebin. Ez bangî hemû Diyarbekirê dikim, werin, em ewladên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Keda me beredayî neçû. Serkeftin ya me ye, serkeftin a konê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın