Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî dewam dike

Îmmîhan Nîlîfirkaya dayik: "Bi destûra Xwedê em ê zarokên xwe ji HDP û PKKyê bistînin"

21.09.2020
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî dewam dike

Diyarbakir

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 385em.

Îmmîhan Nîlîfirkaya dayik ji bo Mehmetê kurê xwe yê ku revandine serê çiyê ji Stenbolê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye. Nîlîfirkayê diyar kir, kurê wê di Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê da dixwand û xeyalê nûçegihaniyê dikir.

- "Heta em zarokên xwe hilnedin em naçin"

Nîlîfirkayê daxuyand, ew biryar in ku çalakiyê bidomînin û wiha axivî:

"385 roj in em li vê derê ne. Heta em zarokên xwe hilnedin, em naçin. Bira HDP zen neke ku em ê ji vê derê herin. Bi destûra Xwedê em ê zarokên xwe ji HDP û PKKyê bistînin. Zarokên 16 malbatan hatin û teslîm bûn. Weke ku zarokên me hatibin, em şa dibin. Bi destûra Xwedê zarokên me jî wê werin."

Nîlîfirkayê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Mehmet kurê min heke tu min dibînî û dibihîzî vegere, were, bireve were teslîmî dewleta me bibe. Dewleta me hêzdar e, li pişta me ye."

"Xêra PKKyê ji kesî ra çênabe"

Suleyman Aydin jî ji bo Ozkanê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, ji navçeya Sûrê beşdarî nobeta ewladan bûye. Aydin jî diyar kir ku 385 roj in ew li pêşiya HDPyê çalakiya xwe didomînin.

Aydin daxuyand ku HDPyê kurê wî xapand û şand serê çiyê û wiha dewam kir: "385 sal jî derbas bibe, em ji vê derê naçin. Em hemû di çalakiya xwe da biryardar in. Her ku diçe em encamên çalakiya xwe bi dest dixin. Di nav PKKyê da felişîneke mezin çêbûye. 16 zarokên me teslîmî hêzên asayîşê bûn. Înşellah zarokên me jî wê dengê me bibihîzin û ew ê jî teslîmê hêzên asayîşê bibin. Bira êdî ew jî rûyê rastîn ê PKKyê bibînin. Xêra PKKyê ji kesî ra çênabe."

Aydin got "Bira rêvebirên HDPyê hinekî bifikirin û li zarokên xwe binihêrin û bira parlamenterên HDPyê bersiva pirsa 'Zarokên wan rojekê neyên malê wê çi bikin?' bidin." û got ku ev 4-5 sal e haya wan ji zarokên wan tuneye.

Aydin daxuyand, zarokên wan xapandin û şandin serê çiyê û wiha dewam kir, "Zarokên xwe şandine Ewropayê. Ev edaleteke çawa ye. Ev edalet e? Heke wijdan bi wan (HDP) ra hebe, bira van zarokên Kurdan ji PKKyê bixwazin. Em hemû ji bo domandina çalakiya xwe biryardar in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.