Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta Dayikên Diyarbekirê di bin berfê da dewam dike

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihêjin zarokên wan ên bi xapandin hatine revandin di bin berfê da nobeta xwe didomînin

17.01.2020
Nobeta Dayikên Diyarbekirê di bin berfê da dewam dike

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li pêş Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi mebesta zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin dabûn destpêkirin di bin berfê da dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPê ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 137emîn.

Ji dayikan Esmer Koçê got: "Em zarokên xwe ji HDPê dixwazin lewra HDP û PKK yek in. Bila zarokên me bidin û em jî ji vê derê biçin. Heke 5 mêtro jî berf bibare em ji vê derê naçin. Heta em zarokên xwe hilnedin em ji vê derê naçin."

Emîne Kayayê jî di xeberdana xwe da bal kişand ser çalakiya ku didomînin û wiha pê da çû: "Dema me dest bi çalakiyê kir dinya germ bû lê niha êdî berf dibare. Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Me germê jî zivistanê jî dît. Berf bi me da dibare. HDPê sebiyê min da destê PKKê. Ez ji HDPê kurê xwe dixwazim. Ez dixwazim bila hemû zarok bên."

Ji dayikan Necîbe Çîftçiyê jî got: "Berf dibare lê agir ketiye kezeba me. Em ne bi berfê û ne jî bi germê zanin. Heya em ewladê xwe hilnedin ji vê derê naçin."

Şevket Bîngolê ku di çalakiya rûniştinê da cih digire jî ragihand ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha domand: "Bila zarokên me bînin. Berf dibare bila ji Xwedê bitirsin. Berf jî bibare bobelat jî biqewime em ê li ber xwe bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.