Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 136emîn da ye

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihîjin zarokên wan ên bi xapandin hatine revandin, nobeta xwe didomînin

16.01.2020
Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 136emîn da ye

Diyarbakir

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 136emîn.

Suheyla Demir ku ji wan dayikan e ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û di sir û seqema zivistanê da çalakiya rûniştinê didomînin, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew bi dergûşa xwe ya 1,5 salî ji bo keça xwe Hayala ku 5 sal berê ji Agiriyê hat revandin, çalakiya rûniştinê didomîne.

Demirê diyar kir ku ew ê bibiryar çalakiya xwe bidomînin û wiha got, "Em 136 roj e li vê derê ne, 136 sal derbas be jî ezê li vê derê bim. Heke emrê min têr nekir bila piştî min qîza min nobetê dewam bike. Ez keçika xwe bi destê wan va bernadim."

Di axaftina xwe da Demirê got: "Em benda hemû kesên ku zarokên wan hatine revandin li vê derê sekinîne, zarokên xwe bi destê wan zaliman va bernedin. Em 5 mehe li vê derê ne û kes nikare tiştekî bi me bike. Werin hûn jî ji bo zarokên xwe ji destê wan xilaskirinê hewl bidin."

- "Em dixwazin êdî rûyê me bikene"

Yildiz Balli ya ku bi hêviya bigihîje keça xwe Yasemîna 16 salî ji Konyayê hatibû û beşdarî çalakiya rûniştinê bû got: "Em bi biryarin ku çalakiya xwe bidomînin. Bila emrê minê mayîn bi qurbana Yasemînê bibe. Qîza min berdin bila di şûna kefen da bûkaniyê li xwe bike. Em naxwazin êdî bigirîn bila rûyê me jî bikene."

Şevket Bîngolê ku ji bo kurê wî yê revandine serê çiyê hatibû jî destnîşan kir ku ew heta kurê xwe hilnede ji ber derê partiyê naçe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.