Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Fettah Aymazê ku ji Qersê bo birayê xwe yê 6 sal berê birine serê çiyê: "Em dixwazin birayê min vegere, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û bigihêje malbata xwe."

23.10.2020
Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 417emîn da dewam dike.

Fettah Aymaz ji Qersê bo Ozal Aymazê (23) birayê xwe yê 6 sal berê ji Stenbolê birin serê çiyê, hat Diyarbekir û beşdarî çalakiyê bû.

Aymaz diyar kir ku dema wî di têlevizyonê da dît malbatên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û gihîştin ewladên xwe dît biryar da beşdar be.

Di axaftina xwe da Aymaz got ku birayê wî li Stenbolê di karê neqliyeyê da dixebitî û 6 sal berê ew bi xapandin birine serê çiyê.

Aymaz ragihand ku ew 6 sal e tu xeberekê ji birayê xwe hilnadin û xwest ku bila ew bê teslîm bibe û wiha pê da çû: "Em dixwazin birayê min vegere, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û bigihêje malbata xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.