Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Hamrî Turan a ku ji Hekariyê bo qîza xwe Aysel a 5 sal berê revandin serê çiyê hat: "Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Heta qîza min neyê ez ji vê derê naçim"

07.02.2020
Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ya ku ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Dayîkên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 158 roj in çalakiya xwe didomînin.

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Dayîk Hamrî Turan a ku ji Hekariyê bo qîza xwe Aysel a 5 sal berê revandin serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû daxuyanî da û got ku bi hêviya bigihêje qîza xwe derket vê rêyê.

Turanê destnîşan kir ku qîza wê dema xwendekara pola yekemîn a lîseyê bû hat xapandin û ji wê rojê vir va tu xeber jê hilnedan.

Dayika ji ber qîza xwe hêstiran dibarîne got: "Ez dixwazim bila qîza min paşve were û ez ji ber vê hatim. Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Heta qîza min neyê ez ji vê derê naçim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın