Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Melîk Aslan: "Ez ji HDP û PKKê kurê xwe dixwazim. Em perîşan bûne, mexdûr in. Heta ku ez sebiyê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Em ê tevlî van malbatan vê tevgera xwe bidomînin"

14.02.2020
Malbateke din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Beşdarîbûna çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihîjin zarên xwe yên endamên rêxistina terorê ew bi xapandin revandin serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Dayîkên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin ev 165 roj in çalakiya xwe didomînin.

Tevlî piştgiriyê beşdarîbûnên çalakiya rûniştinê ya dayikan jî her diçe zêde dibe û herî dawîn ji Karaçobana navçeya Erziromê Melîk Aslan ji bo kurê xwe Volkanê ku 6 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê, hat û tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû.

Aslan got ku ew pir zêde li kurê xwe geriya lê bi tu awayekî nikaribû xwe bigihîne ewladê xwe û wiha pê da çû: "Kurê min revandin, hin kes wan dibin û teslîmî yên li serê çiyê ne dikin, wan difiroşin. Em li alî dewletê ne û li alî teror û tundiyê nînin. Baweriya me bi dewleta me heye û ji tu kesî jî em natirsin. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim. Em perîşan bûne, mexdûr in. Heta ku ez sebiyê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Em ê tevlî van malbatan vê tevgera xwe bidomînin."

Aslan bangî kurê xwe kir û got: "Kurê min were, neyê xapandin. Em li alî dewleta xwe li alî Komara Tirkiyeyê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.