Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Nazli Sancara ji bo qîza xwe ya 8 sal berê ji Wanê revandine çiyê hat Diyarbekirê û beşdarî çalakiyê bû

Türkan Tosun   | 15.01.2020
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê vegerînin li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr dewam dike û malbatên nû beşdarî çalakiyê dibin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine çiyê di 3yê îlonê da li ber avahiya a partiyê dest pê kiribû. Çalakiya dayikan kete roja xwe ya 135emîn.

Nazli Sancara ji bo qîza xwe Şerîmayê ya 8 sal berê ji Wanê revandine çiyê hat Diyarbekirê û beşdarî çalakiyê bû.

Sancarê got dema qîza wê hatiye revandin 15 salî bûye û ev 8 sal e tu xeber ji qîza wê tune.

Sancarê anî ziman ew nizane ka qîza wê miriye an jî sax e û wiha axivî: "Çavê min li rêya qîza min e. Min li ser televizyonê kesên ji terorê direvin dît, vê rewşê tesîr li ser min kir û ez hatim. Înşallah emê jî bigîhîjin qîza xwe. Bila rûyê hemû dayikan bikene, înşallah rûyê me jî wê bikene."

Sancar got ev 8 sal e ew digirî û wiha dewam kir: "Alîgirên terorê bi zorê qîza min revandin çiyê. Heta ez qîza xwe hilnedim, ezê ji vir neçim."

Dayikê bangî qîza xwe kir ku bila ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın