Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Çalakiya dayikan a di 3yê Îlonê da li ber Serokatiya Bajêr ê HDPyê hatibû destpêkirin kete roja xwe ya 67emîn

08.11.2019
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Dayikeke din jî beşdarî dayikên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Bajarê Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiyê.

Çalakiya dayikan a di 3yê Îlonê da li ber Serokatiya Bajêr ê HDPyê dabûn destpêkirin kete roja xwe ya 67emîn. Hejmara malbatên beşdarî çalakiyê bûn jî gihîşte 56an.

Dayik ji bo ku bigihêjin zarokên xwe di destê wan da wêneyê zarokên wan çalakiya rûniştinê didomînin.

Necîbe Çîftçiya dayik got ku ew ji bo dîtina Roşatê kurê xwe ji Hekariyê hatiye Diyarbekirê û wiha axivî: "Kurê min 5 sal beriya vê hat revandin. Kurê min wê çaxê 16 salî bû. Ez ji bo dîtina kurê xwe li vir im. Kurê min HDPê revand."

Dayik Çîftçiyê got ku rêxistina terorê Samî Çiftçiyê kure wê mezin jî kuştiye û wiha dewam kir:

"4 zarokên wî hebûn. Çimkî piştgirî neda wan rêxistinê ew kuşt. Li pêş çavê zarokên wî ew kuştin. Me cesedê wî piştî 2 sal an dît. Ewil kurê min yê biçûk birin çiyê û piştra kurê min yê mezin kuştin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın